1. ew bênamÛsen ku yek ji wan duh 70 lira perÊ min dizîyene. min mirov qasÊn wan zalim u bÊşeref nedÎtÎye. li alîya dinê ezÊ dev ji pÊsîra wan bernedim. ew perÊ min bibe kÛL, şehr u mirin bikeve canÊ wan malbata wan u heskirîyÊn wan. |
|
11.01.2014 17:27 |
por gijik
|
2. mixabin tenê beşek ji dizên kurd in. |
|
11.01.2014 17:32 |
simurg56
|
3. kesên ku hema bêje nîvê amedê ne *li amedê enflasyona van kesan hene. |
|
13.01.2014 00:01 |
brusk56
|
4. Dizên ku ev nêzikî 4 sal in nêzîkî min nebûne ne.. înşellah ez li rasta wan newim jî..Ji beriya naha 3 (sê) li ber asansora apartmana ku em li diman e hevalê me yê malê zeft kiribûn û cuzdan û telefona wî jê standibûn. Lê piştî çend rojan polîsan ew diz girtin û li ser wan doz (bi tirkî dibêjin kamu davasi) hate vekirin.. paşî birayê yek ji wan dizan hate mala me û uzrê xwe ji hevalê me xwest û gote ku birayê wî ti caran dizî nekiriye û di firinekê dixebitê.. Ez ne şaş bim nêzîkî 100 lîre pere jî da hevalê me.. |
|
13.01.2014 00:33 |
nan û av
|
5. dizên ku ji beriya naha 3 salan li taxa koşuyolu ya amedê pêşiya hevaleka me ya ku em di heman cihî de kar dikin girtibûn û ristika wê ya zêr a di stûyê wê de qetandibûn û jê dizîbûn e..Ev e çend diz li dora hevalên min digerin lê şikir ji xwedê re hê bela xwe li min nedane.. |
|
13.01.2014 00:37 |
nan û av
|
6. dizên ku ne dewlet ne ji asayişa ciwanên kurd (bnr: ydg-h) nekarine wan biqedînin ji ber ku roj bi roj weke mêşan xwe zêde dikin û xwîna welatîyên xwe vedixwin. |
|
13.01.2014 12:29 |
karmatî
|
7. keriya ku ger polîsên tirkan ne şîrikên wan bûya, hê ji pkk an jî ydg-h'yê re nemayî, wê gelê kurd ji holê rakirana. lê mixabin ji ber ku karê wan li cem dewleta tirk, îşeke fermî ye, weke qorîciyan ew jî bi kuşîtinan xelas nabin. |
|
13.01.2014 22:42 |
simurg56
|
8. hÊ pÊrgî wan nehatime lÊ di derûdora min de kesÊn ku pêrgî wan hatine hene her ku diçe zÊdetir dibe kolanên amedê di navbera xwe de dabeş kirine û hemû bûne wek çete ji ber vê yekê kes newêre dengê xwe ji wan re bike wek mînak bûyerekî qal bikim îsal du hêb diz kalekî şeşt sali avêtibûn ber kêran di ber çavÊn pazdeh kesî de û yek camÊr jî destê xwe nedaye û difikirim çima bide? ji ber ku îsal di ber deriyê mêrdînê de dizek çû çanteya jinikek dizî lê camêrek zebeşfiroş nehîşt bireve lÊ rojekê din du kesÊn bênamûs hatin û rebeno kuştin amed tevlihev bûye û herkes ketiye etra canê xwe heta ku kurdistan rizgar nebe û di vÊ warÊ de polîtîkayek tund nayÊ meşandin ne pêkan e ku ev pirsgirêk jî çareser bibe |
|
14.01.2014 12:38 |
ferhenga şikestî
|
9. yê kû dibêje "vaye 5 sal in li amedê dijîm heta niha ne yekê li sûkê cizdana min diziye, ne yek ketiye mala min, ne jî yekî telefon an jî çanteya min diziye" JI HEYE: |
|
14.01.2014 22:27 |
por gijik
|
10. dizên ku hejmara wan bi rastî jî gelek e. |
|
29.01.2014 12:01 |
brusk56
|
11. yek jiwan dizan li amedê tê telefona xwandekara kurd a ji bajarekê din ê kurdistanê hatî û li amedê dixwîne ji ber guhê wê dizî û serde jî şimaq lê dayî. |
|
29.01.2014 19:15 |
xendekî
|
12. ên ku wisa xûya dike ku bûne sedema betal kirina fûara pirtûkan ya amedê ya 2015an .. |
|
04.11.2014 00:34 |
brusk56
|
13. yên ku bûne sedema reşbîniya min a derbarê ciwanên amedê yên; şalikên teng, solên buha,êlekên milkurt. |
|
04.11.2014 14:54 |
renas
|
14. çirokek li ser wan dizan weha ye: |
|
04.11.2014 18:14 |
malmirato
|
15. bÛne sedema gotinên wisa: |
|
04.11.2014 21:19 |
mergehez
|
16. dibe ku dizên amedê pir navdar bin, lê ji xwe, mixabin dizî taybetmendiyeke kurdan a neteweyî ye. |
|
05.11.2014 12:40 |
nazim tolhildan
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |